Bihayê petrolê nêzîkî 79 dolaran bû

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrol Bermîl Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê sê roj in li pey hev zêde dibe û nêzîkî 79 dolaran bû.

Sedema bilindbûna bihayê petrolê, fikarên li ser qutbûna veguhastina petrolê ya li Tengava Hurmizê û dijwarbûna şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ye.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur, îro piştî vebûna bazarên Asyayê, dolarek û 13 sentan zêde bû.

Her bermîla petrola brent bi 78 dolar û 83 sentan hat firotin.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur roja bi 82 dolar û 37 sentan vebûbû lê piştî çend demjimêran daketibû.

Petrola Teksasê jî biha bû

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî îro 74 sentan zêde bû û bi 71 dolar û 97 sentan hat firotin.

Her du corên petrolê jî di asta herî bilind a ji Kanûna Paşîn a 2025an ve tên firotin.

Bihayê petrolê ji roja duşemê ve heta niha nêzîkî ji sedî 7 zêde bûye.

"Tengava Hurmizê bi awayekî fiîlî girtî ye"

Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore mijar nirxand û got:

"Tengava Hurmizê bi awayekî fiîlî girtî ye û Îranê gef xwarine ku ew dê her keştiya ku di tengavê re derbas bibe bike hedef."

Şirovekar diyar dike ku ti asoyek ji bo bidawîhatina şer nayê dîtin û ev jî bûye sedema bilindbûna bihayê petrolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst