Li Tirkiyeyê hejmara dewlemendên mezin di 5 salan de bûye 2 qat

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dewlemend Tirkiye Cîhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên rapora "The Wealth Report 2026" (Rapora Serwetê) ya ku ji aliyê Knight Frankê ve hatiye belavkirin; hejmara kesên "ultra dewlemend" (dewlemendên mezin) ên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwedî 30 milyon dolarî û zêdetirî wê serwetê ne, di 5 salên dawî de bi qasî ji sedî 93,5 zêde bûye.

Bi vê rêjeyê, Tirkiye di asta cîhanê de bû yek ji wan welatên ku hejmara dewlemendan lê herî bilez zêde dibe.

Şirketa şêwirmendiyê ya Knight Frankê ku navenda wê li Londona paytexta Brîtanyayê ye û bi lêkolînên xwe yên li ser emlakan û heyînên darayî tê naskirin, encamên rapora serweta cîhanî ya sala 2026an eşkere kirin.

Li gorî raporê, li seranserî cîhanê zêdebûna hejmara kesên xwedî milkên pir biha (UHNWI) didome lê leza mezinbûna li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji navîniya cîhanê 2 qat zêdetir bûye.

Li gorî nûçeya Ekonomimê ku pişta xwe dispêre amarên raporê; hejmara kesên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 30 milyon dolarî serweta wan a safî heye, di 5 salên pêşerojê de mîna "teqînekê" zêde bûye:

• Hejmara dewlemendên mezin ku beriya 5 salan 2 hezar û 174 kes bûn, bi zêdebûneke ji sedî 93,5an gihîşt 4 hezar û 208 kesan.
• Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2031ê ev hejmar ji sedî 13ê din jî zêde bibe û bibe 4 hezar û 772 kes.
• Her wiha tê texmînkirin ku hejmara milyarderên li Tirkiyeyê heta sala 2031ê ji sedî 31 zêde bibe û ji 35an derkeve 46an.

Tirkiye li cîhanê di rêza sêyem de ye

Lêkolîna Knight Frankê diyar kir ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 salên pêşerojê de, di leza mezinbûna serwetê de di rêzên herî jor ên lîsteya cîhanê de cih girtiye.

Çar welatên ku hejmara dewlemendên xwedî 30 milyon dolarî û zêdetirî wê lê herî zêde bûye, wiha ne:

Polonya: Ji sedî 109

Qeter: Ji sedî 107

Tirkiye: Ji sedî 93,5

Romanya: Ji sedî 93

Li cîhanê 713 hezar dewlemendên mezin hene

Di heman heyama 5 salî de, li seranserî cîhanê hejmara dewlemendên mezin ji 551 hezar û 435an derketiye 713 hezar û 626an.

Ev yek nîşan dide ku li cîhanê bi giştî ji sedî 29 zêdebûnek çêbûye û zêdetirî 162 hezar dewlemendên nû tevlî pergalê bûne.

• Ji sedî 40ê vê zêdebûna cîhanî li Amerîkayê pêk hatiye.
• Çîn wekî hêza duyem a mezin cihê xwe qayim kir; Hindistan jî li herêma Asya-Pasîfîkê wekî navenda nû ya hilberîna serwetê derketiye pêş.

Serwet li gorî cografyayê belav dibe

Amarên raporê nîşan didin ku hejmara dewlemendên mezin li gorî pêşerojê li qadeke berfirehtir belav bûye lê hilberîna serwetê hîn jî li navendên darayî yên taybet kom dibe.

Amerîkaya Bakur di qebareya giştî de serkêşiya xwe diparêze lê herêma Asya-Pasîfîkê wekî herêma ku herî bilez mezin dibe, para Ewropayê tengav dike.

Tirkiye jî di nav vê çerxa makroaborî ya cîhanî de, her çend ne navendeke rasterast a hilberîna darayî be jî, wekî yek ji aboriyên bipêşketî ku para herî zêde ji mezinbûna mal û milk digire, balê dikişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst