Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Hudayir da zanîn, eger şirketên ku îdareya qadên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dikin vegerin, hinardeya rojane ya di ser Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re dikare bigihîje 450 heta 500 hezar bermîlan.
Mihemed Hudayir diyar kir ku hilberîna niha ya Herêma Kurdistanê ji 30 hezar bermîlan derbas nabe.
Basim Mihemed Hudayir ji Rûdawê re axivî û ragihand ku ji bo qerebûkirina wê petrola ku ji Kerkûkê ji parzûngehên bakur re tê pompekirin, ji başûrê Îraqê petrolê dişînin Kerkûkê.
Hudayir destnîşan kir ku niha hinardeya ji Kerkûkê nêzîkî 200 hezar bermîlan e.
Hilbirîna petrolê rawestiyabû
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê nîvê meha adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji ber êrişên "mîlîsên derveyî qanûnê" li qadên petrol û gazê, parzûngeh û tesîsên enerjiyê yên li herêmê hilbirîn rawestiyaye.
Wezaretê diyar kiribû ku ji ber vê yekê bi qasî ku karibe ji bo derveyî welat were hinartin petrol nîne.
"Tirkiye li Îraqê projeyan dixwaze"
Basim Mihemed Hudayir bal kişand ser dan û standinên ku di çarçoveya peymana xeta boriya petrolê de ya bi Tirkiyeyê re tên meşandin û destnîşan kir ku Enqere pêşnûmeya peymana berê naxwaze.
Wekî tê zanîn, Tirkiyeyê meha tîrmeha borî ragihandibû ku wan peymanên xeta boriya petrolê yên bi Îraqê re bi dawî kirine û ev biryar dê ji Tîrmeha 2026an pê ve derbasdar be.
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser daxwazên nû yên aliyê Tirkiyeyê yên di dan û standinan de ev agahî dan:
"Tirk dixwazin di endustriya petrolê de hem di asta 'Upstream' (lêgerîn û derxistin) û hem jî di asta 'Downstream' (bikaranîn û belavkirin) de di projeyên hilbirînê yên li nav Îraqê de bixebitin."
Hudayir helwesta hikûmeta Bexdayê ya li hemberî van daxwazên Tirkiyeyê jî nirxand û da zanîn ku hikûmeta Îraqê dixwaze bi Enqereyê re nûkirina peymanê mîsoger bike û projeyên ku dê di berjewendiya her du welatan de bin bixe warê bicihkirinê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse