Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber nediyariyên li bazarê û çaverêkirinên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê, bihayê zêr rekoreke din a bilindbûnê tomar kir.
Îro bihayê onseke zêr derket 3547 dolaran ku ev ji bo zêr rekoreke nû ye.
Piştî çend saetan bihayê zêr hinekî daket û niha bi nêzîkî 3530 dolarî tê firotin.
Bihayê zêr ji peymanên paşerojê jî ji sedî 0,3 bilind bû û onsek bi 3602 dolaran hat firotin.
Nediyarî û metirsiyên di nav bazarên darayî de zêde bûne û ev yek bûye sedema zêdebûna daxwaza ji bo kirîna zêr.
Bandora îdareya Trump
Îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê li dijî biryara dadgeha temyîzê ya ku piraniya pênaseyên gumrikê wekî neyasayî bi nav kiribû, li Dadgeha Bilind a Federal gilî bikin.
Şirovekarê bazarên darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Tasty Liveyê Îliya Spivak li ser mijarê got:
“Gilîkirina li Dadgeha Bilind a li ser pênaseyên gumrikê, nediyariyên li bazarê zêde kirine.”
Wî şirovekarî her wiha diyar kir ku dilgirinaya li ser serxwebûna Banka Navendî jî ji aliyekî din ve bêbaweriyê di nav bazarê de zêdetir dike.
Li aliyê din, îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve piştevaniyeke zêdetir ji bo bihayê zêr çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse