Zêr dîsa biha dibe

1 demjimêr berê
Nîşan Zêr Ons Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi rêjeya zêdetirî ji sedî 1ê bilind bû.

Zêr bi vê bilindbûnê re hinek ji zererên xwe yên roja borî vegerandin.

Divê were gotin ku bihayê zêr doh daketibû asta herî nizm a hefteya borî.

Bihayê onsekê gihîşt 5 hezar û 168 dolaran

Bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 1,6 bilind bû û gihîşt 5 hezar û 168 dolarî.

Bihayê zêr ê di peymanên paşerojê de jî bi rêjeya ji sedî 1,1 bilind bû û gihîşt 5 hezar û 178 dolaran.

Bihayê zêr sêşemê bi rêjeya ji sedî 4, daketibû asta 5 hezar dolaran.

Ev yek ji bo bihayê zêr asta herî nizm a hefteya borî bû.

Sedema daketina bihayê zêr ew bû ku bihayê dolar bilind bûbû û îhtimala daxistina faîza bankan kêm bûbû.

Bilindbûna berbiçav a bihayê petrolê dibe sedema bilindbûna enflasyonê.

Ev rewş jî rê li ber Banka Navendî ya Amerîkayê digire ku daxistina faîzê bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst