Aloziya li Tengava Hurmuzê bandorên xerab li bazirganên Kurd dike

6 demjimêr berê
Mehdî Ferec
Nîşan Bazirganên Kurd Tengava Hurmuzê Îran Çîn Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya leşkerî û siyasî ya li Tengava Hurmuzê bandoreke xirab li aboriya cîhanî dike.

Ji ber krîza li Îranê bihayê konteynerên veguhastinê di demeke kurt de du qat zêde bû.

Bazirganên Kurd ên ku li Çînê dixebitin jî li rêyên alternatîf digerin.

Bêaramiya li Tengava Hurmuzê ku yek ji rêyên avê yên herî girîng ên Rojhilata Navîn e, di cîhana bazirganiyê de wekî "erdheja lojîstîk"ê bandorê dike.

Îhtimala girtina tengavê ya ji aliyê Îranê ve û egera şerê li herêmê, rasterast bandor li hinartina ji Çînê ya ber bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve kir.

Bihayê konteyneran gihişt lûtkeyê

Li gorî zanyariyan, şirketên veguhastinê metirsiyên ewlehiyê wekî hincet nîşan dan û bihayên xwe nû kirin.

Beriya demeke kurt mesrefê veguhastina konteynereke 20 fîtî derdora 2 hezar dolarî bû lê niha 3 hezar û 500 dolarî derbas kiriye û gihiştiye asta rekorê.

Karsazê Kurd Dalan Mihemed Kerîm ê ku li Çînê bazirganiyê dike li ser ciddiyeta rewşê wiha axivî:

"Niha pêvajoya ku herî zêde bandor dîtiye hinardekirina kel û pelan a ji Çînê ya ji bo welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya ji bo Îraqê ye.

Me ji şirketa CMAyê ku yek ji xetên herî mezin ên veguhastinê yên cîhanê ye e-nameyek wergirt.

Di e-nameyê de hat ragihandin ku li gorî cureyê konteynerê dê biha di navbera 2 hezar û 4 hezar dolarî de zêde bibin."

Rêyên alternatîf: Benderên Eqebe û Mêrsînê

Ji ber ku Tengava Hurmuzê êdî ne rêyeke ewle ye, bazirgan berê xwe didin rêyên gelekî dûrtir û bi mesreftir.

Heke tengav girtî bimîne tê plankirin ku keştî di ser Deryaya Sor re berê xwe bidin Bendera Eqebeyê ya Urdunê an jî Bendera Mêrsînê ya Tirkiyeyê.

Lê ev rêyên alternatîf him dema radestkirinê dirêj dikin him jî lêçûnên lojîstîkî du qat zêde dikin.

Bazirganekî din ê Kurd ê ku li Çînê dijî Nezar Samî jî hişyarî da û got:

"Niha em kel û pelan bi awayekî asayî dişînin lê heke Tengava Hurmuzê demeke dirêj girtî bimîne, dê rê bi xweber biguherin.

Ev rewş dema radestkirinê dirêj dike û mesrefan jî du qat zêde dike.

Dê fatûreya vê bihabûnê jî di dawiyê de ji bêrîka welatiyan derkeve."

Bazirganiya 55 milyar dolarî di bin metirsiyê de ye

Çîn bi qebareya bazirganiyê ya ku salane ji 55 milyar dolarî zêdetir e, hevparê bazirganî yê herî mezin ê Îraqê ye.

Di heman demê de Îraq, beşeke girîng a projeya "Kember û Rê" ye ku stratejiya cîhanî ya Çînê ye.

Her aloziyeke li Tengava Hurmuzê ku 7 hezar kîlometreyan dûr e, ne tenê bandorê li bazarên enerjiyê dike.

Ew rasterast bandorê li bihayê her cure berhemên wekî xwirek, tekstîl, elektronîk û kel û pelên înşaetê dike ku diçin Îraq û Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst