Stenbol (Rûdaw) - Sektora herî ewle ya veberhênanê yanî zêr ku bi dirêjahiya salê biha dibû, bi şerê li Îranê re bipêşketina xwe qedeme bi qedeme ji dest dide.
Herî dawî bi peyamên Serokê Amerîkayê Donald Trump, zêr di nava mehekê de ji sedî 11 erzan bû û niha serberjêr bûye.
Li gorî pisporan, heta dawiya sala 2026an dê ev nezelalî li ser rewşa zêr hebe.
Ev yek jî ji bo wan kesên ku dixwazin veberhênana xwe bi zêr bikin, derfeteke balkêş e.
Li Stenbolê ku yek ji bazarên herî mezin ên zêr e, heta berî mehekê xelkê ji bo kirîna zêr berê xwe dida zêringeran.
Niha rewş nezelal e û baweriya xelkê nîne ku zêrên xwe bifiroşin an jî veberhênana xwe bi zêr bikin.
Bi destpêka şerê Îranê re, ew bendera ewle ku di nava salekê de bihayê xwe bi qasî ji sedî 90 zêde kiribû, niha rûbirûyî fikaran bûye.
Zêrînger Murat Dîlmener li ser vê rewşê got:
"Ev 20 salên dawî ne ku zêr biha dibe.
Helbet ew tesîrê li dan û standinê jî dike.
Helbet bazirganî kêm dibe lê gelekî aqilane ye ku veberhênan bi zêr be.
Mezinên me jî her tim baweriya xwe bi zêr dianîn.
Çimkî ti carî li hemberî enflasyonê têk naçe."
Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê rezervên zêr firotin
Tirkiyeyê ku di warê rezervên zêr de bi qasî 560 tonî di nava 12 welatên sereke yên cîhanê de cih digire, di nava du hefteyan de bi qasî 60 ton zêr hûr kiriye.
Armanca vê gavê ew e ku rê li ber zêdebûna dolar û enflasyonê bigire lê belê bi nezelaliyên cîhanî re, vê carê zêr dadikeve û xelk dudil e ku veberhênanên xwe bi zêr berdewam bikin an na.
Di nava mehekê de zêr ji sedî 11 erzan bû.
Pirs ew e ka firotina zêr ji aliyê Bankaya Navendî ve dê çi bandorê li aboriya Tirkiyeyê bike ku bixwe di nava krîzê de ye.
Pêşbîniyên pisporan
Pispor Îslam Memîş diyar kir ku gelek bankayên navendî zêr hûr kirine û anî ziman:
"Zêr jixwe dostê rojên giran e û dema pêdivî pê hebe tê hûrkirin.
Niha ji ber ku rewşeke zehmet li herêmê heye firotina zêr normal e lê ez bawer dikim ku dê dîsa vegere rewşa xwe ya berê."
Zêrînger Sebahattîn Şen jî bal kişand ser heman mijarê û anî ziman:
"Bankaya Navendî 60 ton zêr firot û kir dolar ku petrolê bikire.
Hemû dewlet wisa dikin. Dema rewş wiha be zêr hinekî dadikeve.
Heger aştî çêbibe û Tengava Hurmizê vebe, ew dê Înşallah zêr gelekî biha bibe."
Li gorî amaran, ji sala 2008an û vir ve di beşa mehane de zêr performansa xwe ya herî xirab di meha Adarê de nîşan da.
Pispor dibêjin ku heta berî şerê li Îranê zêr bendera herî ewle bû lê niha bankayên navendî ji bo kêmkirina zexta li ser bazaran zêr difiroşin û ev jî dibe sedema erzanbûnê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse