Trump axivî, petrol erzan bû

1 demjimêr berê
Nîşan Petrol Trump Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Donald Trump ragihand ku Amerîka dê alîkariya wan keştiyan bike ku li Kendavê asê mane, petrol erzan bû.

Li gel vê yekê jî rawestandina dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de bûye sedem ku bermîla petrolê bi zêdetirî 100 dolarî were firotin.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 64 sentan daket û bermîl bi 107 dolar û 53 sentan tê kirîn û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 84 sentan daket û bermîla wê bi 101 dolar û 10 sentan e.

Trump: Em dê alîkariya keştiyên li Tengava Hurmizê bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê de li ser Truth Socialê eşkere kir:

"Me ji welatan re gotiye em dê alîkariya wan bikin da ku keştiyên wan li Tengava Hurmizê rizgar bibin û rêya xwe bidomînin."

Pisporên Banka Awistralya-Zelandaya Nû ve li ser vê mijarê destnîşan kir:

"Dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de asê mane, ji ber ku ti alî ne amade ye ji xetên xwe yên sor bi paş de gavan bavêje."

Donald Trump balê dikişîne ser rêkeftina atomê ya bi Îranê re lê Tehran dibêje heta ku dorpêçên Amerîkayê û şer bi dawî bibin bila mijara atomê were bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst