Bitcoinê 80 hezar dolar derbas kir

1 demjimêr berê
Nîşan Bitcoin Dolar Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin îro bêhtirî hezar û 500 dolarî bilind bû û asta 80 hezar dolarî derbas kir.

Niha Bitcoinek bi nêzîkî 80 hezar û 400 dolarî tê kirîn û firotin.

Sedema bihabûna Bitcoinê ya di çend rojên borî de, hatina sermayeyê nav sindoqên veberhênana Bitcoinê ye.

Tenê di roja yekê ya vê mehê de, zêdetirî 600 milyon dolarî ketiye nav sindoqên veberhênana Bitcoinê.

Hatina sermayeyê bûye sedem ku pêla firotina Bitcoinê ya di çend hefteyên borî de raweste.

Li gorî pisporan, li gel bilindbûna bihayê Bitcoinê, hîn jî di bazara pereyên dîjîtal de nezelaliyeke pir heye.

Bi taybetî jî siyaseta neqdî ya tund a Amerîkayê ziyanê digihîne Bitcoinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst