Hewlêr (Rûdaw) - Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) piştî ku biryar da ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û OPEC+ê vekişe, ji Rêxistina Welatên Ereb ên Hinardekarên Petrolê (OAPEC) jî vekişiya.
OAPECê derbarê vekişîna Îmaratê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Sekreteriya Giştî ya OAPECê derbarê nameya Wezîrê Enerjî û Binesaziyê yê Îmaratê Suheyl Mezrûî de hat agahdarkirin ku ji Serokê Demkî yê Encumena Wezîran a Rêxistinê û Wezîrê Petrol û Gazê yê Lîbyayê Xelîfe Receb Ebdulsadiq re şandiye.
Nameya navborî biryara vekişîna Îmaratê ya ji rêxistinê li xwe digire. Ev biryar ji 1ê Gulana 2026an pê ve ket pratîkê."
Sekreteriya Giştî ji bo rola ku di dema endamtiya xwe de girtiye ser xwe û tevkariyên wê yên ji bo xebatên hevpar ên di navbera welatên Ereban de pesnê Îmaratê da.
Sekreteriya Giştî diyar kir ku dê hewldanên ji bo xurtkirina hevkarî û yekgirtina di navbera welatên endam de berdewam bikin û diyar kir ku dê bi bicihanîna bername û destpêşxeriyên (înîsiyatîv) stratejîk berjewendiyên hevpar bên parastin.
Îmaratê beriya niha ragihandibû ku dê ji 1ê Gulanê pê ve ji endametiya OPEC û OPEC+ê vekişe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse