Li Stenbolê ji bo debara jiyanê 93 hezar lîre pêwîst in

04-07-2025
Nîşan Aborî Debar Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Plangeriyê ya Stenbolê (PIA) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ragihand ku ji bo li Stenbolê malbateke 4 kesî debara xwe bike 93 hezar û 465 lîreyên Tirkî pêwîst in.

Rêxistina Plangeriyê ya Stenbolê (PIA) amarên xerciyên debara jiyanê yên Hezîrana 2025an bi navê “Lêkolîna Xerciya Jiyanê ya Stenbolê” eşkere kirin.

Lêkolîn li gel 1600 malbatan û di 10 kategoriyên wekî xwarin, avahî, gihandin, tenduristî, perwerde, pêwîstiyên şexsî û kêfî de hatiye kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj pirsgirêkên aborî mezintir dibin û debara malbatan zehmettir dibe.

Li gorî amarên PIAyê, li Stenbolê meha hezîranê xerciyên debara jiyana malbateke 4 kesî li gorî meha borî hezar û 743 lîreyan zêde bûye û gihiştiye 93 hezar û 465 lîreyên Tirkî ku dike 2 hezar û 352 dolarên Amerîkî.

Wate li gorî heman meha sala borî xerciyên debara jiyanê ji sedî 47,13 zêde bûne.

Meha gulana îsal xerciya malbatake 4 kesî wekî 91 hezar û 722 lîreyan hatibû diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst