Hewlêr (Rûdaw) - Îro berê sibehê, di roja yekem a vekirina bazaran a vê hefteyê de, bihayê zêr heta asta xwe ya herî kêm a meha borî daket lê piştî çend demjimêran bihayê wî vegeriya nêzîkî 4540 dolarî.
Her çi qasî bihayê zêr îro 4480 dolar jî dîtibe, niha ons bi nêzîkî 4540 dolarî tê kirîn û firotin.
Dilgiraniya li ser enflasyonê
Sedema daketina bihayê zêr a îro, zêdebûna bihayê petrolê û dilgiraniya li ser belavbûna enflasyonê ye.
Kelvin Wongê şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Oandayê li ser vê mijarê ragihand:
"Bihayê zêr di çarçoveyekê de asê maye û ji ber dilgiraniya bilindbûna enflasyonê di xelekeke sînordar de tê kirîn û firotin û bi zehmetî dikare arasteya xwe bibîne."
Gefên Trump û êrişên bi dronan
Îmaratê ragihand ku bi dronan êrişî stasyoneke elektrîkê hatiye kirin û Erebistana Siûdiyê jî diyar kir ku wan 3 dron xistine.
Ev rûdanên jeopolîtîk bûn sedema bilindbûna bihayê petrolê û daketina bihayê zêr.
Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund da Îranê û ragihand ku divê ew bi lez bersiva daxwazên Amerîkayê bidin, heke na dê rastî êrişên leşkerî bên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse