Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi bilindbûnê dest bi rojê kir û wekî “stargeheke ewle” ya veberhênanê daxwazeke zêde li ser heye.
Îro bihayê onseke zêr ji sedî 0,8 bilind bû û gihişt 5 hezar û 177 dolaran.
Bihayê dolarê Amerîkî li hemberî pereyên din îro ji asta herî bilind a 3 mehên borî dûr ket. Vê yekê jî piştgirî da bihayê zêr.
Şîrovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser mijarê got:
"Wisa xuya dike ku bingehên dan û standinên bazara zêr ber bi asayîbûnê ve diçin.
Bihayê zêr ji ber nediyariya jeopolîtîk bilind bûye. Di heman demê de daketina bihayê dolar alîkariya bilindbûna bihayê zer kiriye."
Aloziya şer bandorê li bazarê dike
Şerê Îranê doh piştî ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê keştiyeke Îranê noqî avê kir û 80 kes hatin kuştin gurtir bû.
Gurbûna şer bandoreke rasterast li bazarên cîhanê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse