Sektora geştyariyê ya Rojhilata Navîn têk diçe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojhilata Navîn Sektora Geştyariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Betalkirina geştên asmanî, paşxistina planên geştiyariyê û nediyariyeke zêde, şerê Rojhilata Navîn siyeke tarî avêtiye ser asoya geştyariya herêmê ku van salên dawiyê bûbû yek ji cihên herî bijare yên geştiyarên cîhanê.

Rêberê geştiyariyê yê bajarê Îrbîdê yê li bakurê Urdunê Nezîh Rewaşdeh bi xemgînî got:

"Koma min a dawî ya geştiyaran beriya 3 rojan ji welêt çû. Hemû komên din ên ku me ji bo meha adarê plana wan kiribû geştên xwe betal kirin.

Niha li vê derê destpêka demsala zêrîn a geştiyariyê ye, ev karesat e tevî ku ti pirgirêkên Urdunê nîne û bi temamî aram e."

Şirketên geştyariyê li çareseriyê digerin

Li seranserê cîhanê, şirketên geştyariyê ji bo wan geştyarên ku li herêmê asê mane li çareseriyê digerin.

Li Fransayê Serokê Şirketa Comptoir des Voyagesê Alain Capestan ragihand ku karê wan ê sereke ew e ku geştyaran vegerînin welatên wan.

Alain Capestan bal kişand ser wê yekê ku şer bandor li geştên din ên cîhanê jî kiriye, ji ber ku bajarên wekî Dubai, Ebû Zebî û Dohayê ji bo geşt û balafirgehên cîhanê navendên sereke yên veguhastinê ne.

Li Almanyayê şirketên wekî Alltours, Dertour û Schauinsland-Reisenê ragihand ku ew dê mesrefên mayîna wan geştyarên ku li Rojhilata Navîn asê mane bidin.

Her wiha wan hemû geştên xwe yên ber bi Îmarat û Umanê ve herî kêm heta 7ê Adarê betal kirine.

Yekitiya Geştyariyê ya Brîtanyayê (ABTA) jî ragihand ku heta Wezareta Karên Derve ya welatê wan hişyariya "geşt nekin" raneke ew dê geştyran neşînin herêmê.

Zerera darayî giran e

Şerê niha derb li sektora geştyariyê xistiye ku sala 2025an geşbûneke bêhempa bi xwe ve dîtibû.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî:

Sala 2025an, nêzîkî 100 milyon geştyaran Rojhilata Navîn ziyaret kiribû ku ev dike ji sedî 7ê tevahiya geştyarên cîhanê.

Ev rêje li gorî serdema beriya Koronayê (2019) geşbûneke ji sedî 39 nîşan dide.

Navenda Oxford Economicsê hişyariyê dide ku derba aborî ya vê carê dê gelekî girantir be, ji ber ku para geştyariyê ya di dahata navxweyî ya welatên herêmê û rêjeya derfetên kar de gelekî zêde bûye.

Birêvebira Pêşbîniyên Cîhanî ya li wê navendê Helen McDermottê got:

"Em pêşbînî dikin ku sala 2026an geştyariya ber bi Rojhilata Navîn ve bi rêjeya ji sedî 11 heta ji sedî 27 dakeve.

Ev tê wateya kêmbûna 23 heta 38 milyon geştyarên navneteweyî.

Tê texmînkirin ku zererên darayî jî di navbera 34 û 56 milyar dolaran de bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst