Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolarê Amerîkî li beramberî tumenê Îranê wekî roja borî ber bi bilindbûnê ve çû.
Doh bihayê dolar ê li beramberî tumen bi qasî 1450 tumenî zêde bûbû.
Îro jî 450 tumenên din li ser bihayê wî zêde bûn û niha dolarekî Amerîkî bi 183 hezar tumenan e.
Di nava 24 demjimêrên borî de asta herî bilind a bihayê dolar 186 hezar û 500 tumen bû.
Her wiha asta herî kêm jî 180 hezar û 250 tumen bû.
Tumen di nava 6 mehan de ji sedî 69,5 nirxê xwe ji dest daye.
Bihayê dolar ê li beramberî tumen di nava hefteyekê de bi rêjeya ji sedî 2,3yan zêde bûye.
Destpêka sala 2025an bihayê dolarekî li beramberî tumen 81 hezar û 750 tumen bû.
Tumen ji sala 2016an û bi vir ve zêdetirî ji sedî 98ê nirxê xwe winda kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse