Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên ji Herêma Kurdistanê îsal li hêviya 2 milyon ton genim in.
Li gorî birêvebiriyên çandiniyê yên li parêzgeh û îdareyên serbixwe, genimê îsal dê nêzîkî 2 milyon tonan be.
Encumena Wezîran a Îraqê doh bihayê kirîna genim ê 2025-2026an diyar kir.
Li gorî biryarê, tenê 400 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê tê wergirtin.
Ji vê qebareyê 292 hezar ton di nav planê de (bi 700 hezarî) û 108 hezar tonên din jî li derveyî planê (bi 500 hezarî) ne.
“Cudakarî tê kirin”
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamîl ji Rûdawê anî zimên:
“Em bi wê biryarê ne razî ne ku ji Bexdayê hatiye dayîn. Me dest bi hewlên xwe kiriye.
Wezîrê Çandiniyê û komîteyeke me li ser xetê ne da ku ew qebareya ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin were zêdekirin.
Li xwar û û naverasta Îraqê sê milyon û 800 hezar ton genim werdigirin, tiştê dimîne jî bi 500 hezar dînarî werdigirin.
Lê li Herêma Kurdistanê tenê 292 hezar ton bi 700 hezar dînarî tê wergirtin û yê din anku 108 hezar ton bi 500 hezarî.
Ev mijar siyasî ye, heke ne wilo be çima cudakarî li hemberî me tê kirin? Pêdivî ye wekî beşeke Îraqê miameleya parêzgehên din li gel me jî were kirin.”
Newzad Şêx Kamîl destnîşan kir ku li gorî vê biryarê ji bo her donimekê tenê 80-90 kîlo genim ji cotkaran tê wergirtin.
Wî diyar kir ku ev yek dibe sedem ku ji sedî 60ê genimê Herêma Kurdistanê zererê bibîne.
Hilberîna genim li Herêma Kurdistanê
Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji Rûdawê re ragihand:
“Li parêzgeha Hewlêrê 952 hezar donim genim hatiye çandin ku nêzîkî 5 hezar donimî li Îdareya Serbixwe ya Soranê ye.
Tê çaverêkirin ku tevahiya berhema parêzgehê bigihe 700 hezar tonî.”
Hêmin Seyîd Murad her wiha diyar kir ku dirûn destpêka meha hezîranê dest pê dike û 40 rojan didome.
Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Dihokê Ehmed Cemîl ji Rûdawê re got:
“Li Dihokê 903 hezar donim zevî hatiye çandin û em li benda zêdetirî 500 hezar ton berhemî ne.
Genimê îsal gelekî çê ye çimkî baraneke zêde û baş bariya.”
Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Zaxoyê Selman Mihemed jî eşkere kir:
“Li Zaxoyê 235 hezar donim hatiye çandin û em pêşbîniya zêdetirî 200 hezar ton berhemî dikin.”
Silêmanî, Raperîn û Germiyan
Li Silêmaniyê qebareya herî zêde ya genim hatiye çandin ku tê pêşbînîkirin bigihe nêzîkî 850 hezar tonî.
Alîkarê Birêvebirê Çandiniya Silêmaniyê Cotyar Xalid ji Rûdawê re got:
“Li parêzgeha Silêmaniyê û îdareyên Germiyan û Raperînê, milyonek û 163 hezar donim genim hatiye çandin û em li benda 850 hezar ton berhemî ne.”
Li gorî hûrgiliyan:
Silêmanî: 621 hezar û 720 donim hatiye çandin (pêşbînî 476 hezar û 486 ton e).
Raperîn: 158 hezar û 600 donim hatiye çandin (pêşbînî 158 hezar ton e).
Germiyan: 382 hezar û 719 donim hatiye çandin (pêşbînî zêdetirî 200 hezar tonî ye).
Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Helebceyê Sitar Mehmûd ragihand:
“Li parêzgeha me 86 hezar donim zevî hatiye çandin û em li benda zêdetirî 40 hezar ton berhemî ne.”
Guherîna biha û qebareya wergirtinê
Hikûmeta Îraqê sala 2025an biha bi vî awayî diyar kiribûn:
Genimê bi pergalên avadaniyê yên nû: Serê tonê 850 hezar dînar.
Genimê bi pergalên avadaniyê yên kevn: Serê tonê 800 hezar dînar.
Lê îsal biha hatiye kêmkirin û serê her tonê tenê 700 hezar dînar hatiye diyarkirin.
Sala 2024an hikûmeta Îraqê nêzîkî 700 hezar ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt.
Doh jî biryar hat dayîn ku tenê 400 hezar tonî wergirin.
Ev yek jî bûye sedema dilgiraniyeke zêde ya cotkar û aliyên pêwendîdar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse