Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr rekoreke nû ya dîrokî tomar kir û tenê çend sentan ji 3600 dolarî dûr e.
Amarên li ser bazara kar a Amerîkayê yên meha tebaxê, îhtimala kêmkirina faîzê ya ji aliyê Bankaya Navendî ya Amerîkayê ve xurt kiriye.
Roja înê bihayê onseke zêr ji sedî 1,4 biha bû û gihîşt 3 hezar û 599 dolar û 89 sentan.
Bihayê zêr piştî ku ew asta dîrokî tomar kir, di dema girtina bazaran de bi 3 hezar û 587 dolarî hat girtin.
Bihayê madenê zer îsal heta niha ji sedî 37 biha bûye.
Sala 2024an jî ji sedî 27 biha bûbû.
Daneyên bazara kar a Amerîkayê nîşan dan ku li wî welatî di meha tebaxê de hejmara derfetên nû yên kar bi awayekî berbiçav kêm bûye, di heman demê de rêjeya bêkariyê jî derketiye ji sedî 4,3yan û ev yek nîşaneya lawazbûna bazara kar e.
Bazargan niha şansê kêmkirina faîzê bi rêjeya ji sedî 0,25, ji sedî 90 dibînin û ji sedî 10 jî şansê wê yekê didin ku bi rêjeya ji sedî 0,5 were kêmkirin.
Tai Wangê bazirganê serbixwe yê zêr ê li New Yorkê got, "Lawazbûna bazara kar a Amerîkayê ji aliyê bazirganan ve wekî nîşaneya kêmkirina faîzê hatiye şîrovekirin."
Kêmkirina faîzê qîmeta dolar kêm dike û ev yek dibe sedema bihabûna zêr û madenên din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse