کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

business

Pîşesaziya Amedê bi saya karsazên jêhatî roj bi roj mezin dibe

Serkan İnce

Serkan İnce

07-01-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce07-01-2018

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Navenda Pîşesaziyê ya Mega Sanayî ya li ser riya Siwêregê bi saya karsazên jêhatî roj bi roj mezin dibe.

 

Kargeha ku ji aliyê amediyekî ve 9 meh berê hatiye vekirin di hundirê demeke kurt de kariye bazara alif û êmên bi vîtamîn a bajarên Bakurê Kurdistanê bi dest bixe.

 

Abbas Atabey ê ku bi karkeriyê dest bi jiyana xwe ya kar kiriye, li Amedê bi vekirina yekane kargeha hilberandina êmên vîtamîn a ajelên kedî bi vê veberhênanê hem 9 kes kiriye xwediyê kar hem jî ji pêwîstiyeke girîng a Bakur re bûye bersiv. Herwiha berhemên ku li vê kargehê tên hilberandin ji bilî bajarên Bakur ji bo bajarên Tirkiye, ji bo Başûrê Kurdistan û Iraq û Sûriyê jî tên şandin.

 

Abbas Atabey li vê navenda pîşesaziyê 9 meh berê li ser 800 metir çargoşeyî kargeha alif û êmên bi vîtamîn vekiriye. Atabey ê ku niha 41 salî ye 18 sal berê li kompaniyek bi karkeriyê dest pê kiriye.

 

Li Bakurê Kurdistanê ev kargeha yekane kargeh e ku êmên bi vîtamîn hildiberîne.

 

Xwediyê Kargeha Arasê Abbas Atabey ji Rûdawê re wiha got: “'Di sala 2000î de min di depoya kompanyaya dermanan de dest bi kar kir. Hingê ez 13 salan li fîrmayê xebitîm. Piştre min dît ku li herêma me alif û êmên bi vîtamîn ên ajelan tune ye. Ev berhemana lewra ji derve dihat. Ji ber Amedê bajarê Kurdan e şandina berhemên me ji bo bajarên Tirkan hinek zehmet bû. Hêdî hêdî bi saya quwalîteya me ya baş deriyên wan bajaran jî vebûn. Ji bo danasîna berheman me destpêkê hinek bê pere jî şand çend bajaran.''

 

Vê kargehê di demeke kurt de karîbû per û baskê xwe bi ser bajarên Bakur û hinek bajarên Tirkiyê ve vebigire. Herwiha di serî de Başûrê Kurdistanê berhemên xwe hinardeyî derve jî dike.

 

Rêveberê beşa hilberîn û firotinê Bûrhan Atabey jî got: “'Em rojane 20-25 ton berhemî hildiberînin. Derdora 16 cor alif û êmên me yên vîtamîn hene. Em ji bo temamê sewalê kedî êmên bi vîtamîn çêdikin. Em van berhemên xwe dişînin 30 bajarên Bakur û Tirkiyê. Em dişînin derve jî. Em van berhemên xwe dişînin Başûrê Kurdistanê, dişînin Iraq û Sûriyê.''

 

Li vê kargehê niha 9 karker dixebitin, tê payîn ku di demeke nêzîk de ev hejmara bigihêje 15 karkerî.

 

Karkerê bi navê Mehmet Emîn Firat jî anî ziman: “'Karê wiha bivê nevê ji bo gelê Amedê baş e. Ji ber ku veberhênan bêkariyê nahêle. Karê bi vî rengî baş e.''

 

Karker Saît Atabey jî got: “'Mirov li memleketê xwe li bajarê xwe bixebite kar xweş e. Ev kar nebûya diviya ez biçim xerîbiyê. Me gere zarokên xwe di mal de bi cih bihêşta û biçûyana xerîbiyê.''

 

Ji xeynî Dîlokê pîşesazî li bajarên Bakurê Kurdistanê pir bi pêş neketiye. Ev yek jî aboriya herêmê qels û lawaz dike.


Nivîsîn: Aydin Bayram

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Pirsên