Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser biryarên Serokwezîrê Îraqê yên 23 û 24ê Çiriya Paşîn daxuyaniyek da.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar biryarên yekalî dane.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îraqê gefa bikaranîna hêzê xwariye da ku qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.
"Bipêşketineke metirsîdar e"
ENKSyê ev pêngav wekî "bipêşketineke metirsîdar" bi nav kir ku rewşa Îraqê ber bi aloziyê ve dibe.
Encumenê da zanîn ku ev biryar derbaskirina çarçoveyên destûrî yên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de ye û zererê dide prensîbên hevbeşî û lihevkirinê.
ENKSyê ragihand ku ew van biryaran bi tundî şermezar dike û tekez dike ku ew her gef an rêkareke leşkerî ya li dijî pêgeh û destkeftiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê red dike.
Her wiha ev gav wekî hewldaneke ji bo sepandina navendîbûneke zêde û kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Banga yekîtiyê li aliyên Kurdistanî
Di daxuyaniyê de bangî hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî hat kirin ku refên xwe bikin yek û berjewendiya bilind a neteweyî bidin pêş.
Hat xwestin ku ji bo têkoşîna polîtîkayên dûrxistinê û parastina maf û destkeftiyên destûrî yên gelê Kurdistanê, hemû alî bi hev re bixebitin.
"Divê zimanê diyalogê bê hilbijartin"
ENKSyê her wiha bangî civaka navneteweyî û hêzên herêmî û di serî de jî Amerîkayê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Encumenê xwest ku ji bo rawestandina vê aloziyê û rêgirtina li ber derketina şer û krîzên nû li Îraqê bi lez gavan biavêjin û li gorî destûrê zimanê diyalogê hilbijêrin.
ENKSyê her wiha bi bîr xist ku Herêma Kurdistanê di serdema rejîma dîktatoriyê de ji bo hêzên mixalefeta Îraqê stargeheke ewle dabîn kiribû û ji ber vê yekê divê rêz li pêgeha wê ya destûrî û rola wê ya di avakirina Îraqeke nû de bê girtin.
ENKSyê di dawiya daxuyaniyê de tekezî li ser piştgiriya xwe ya tam a ji bo serkirdayetî û gelê Herêma Kurdistanê kir.
Encumenê destnîşan kir ku baweriya wan bi şiyana gelê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî heye da ku van astengiyan derbas bikin û îradeya xwe biparêzin.



