Bexda çavdêriya rêvebirina deriyên sînor ên Kurdistanê dike

07-03-2018
RÛDAW
Nîşan Deriyên Sînorî Kurdistan Iraq Bexda Saman Ebdulrehman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Gumrikê li Herêma Kurdistanê Saman Ebdulrehman ragihand ku Hewlêr û Bexda li ser rêvebirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê nêzîkî rêkeftinê bûne.


Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Gumrikê li Herêma Kurdistanê Saman Ebdulrehman agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser birêvebirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê wek destpêk lihev kirine.”


Saman Ebdulrehman wiha axifî: “Li gor wê rêkeftina destpêkê, hemû deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê bi karmendên Kurdistanê û çavdêriya hikûmeta Iraqê tên birîvebirin.”


Derbarê Deriyê Sertek û sînorê Derbendîxan jî ku demeke zêde ye girtî ye, Saman wiha axifî: “Hefteya dahatû şandeke hevbeş a Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana wî deriyê sînor dikin û raporta xwe amade dikin, piştre biryar li ser vekirina derî tê dayîn.”


Ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve, rêvebirina deriyên sînor ên Kurdistanê, firokexane, meaş, petrol û çend mijarên din bûne pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê û heta niha derbarê wan de rêkeftina dawî nehatiye kirin.


Ji bo bazirganî û çûn û hatina xelkê, çend deriyên sînor ên fermi û ne fermi yên Başûrê Kurdistanê ligel Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê (Îran, Tirkiye û Sûriyê) hene wek: Îbrahîm Xelîl, Perwêzxan, Başmax, Hacî Omeran, Pêşxabûr, Sêmêlka, Serzêrê, Kêlê. Seyranben, Sertek û Tewêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst