Demîrtaş: Ez ji ber Kurd û Kurdistanê têm darizandin

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattin Demîrtaş Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê de got, “Ji ber ku min got `Kurd û Kurdistan` ez tême darizandin.”

Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes têne darizandin, îro li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve diçe.

Selattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê ye, bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû û parastina xwe kir.

Demîrtaş got, “Gelek heval dibêjin, `Demirtaş dest bi gotina Kurd û Kurdistanê kiriye.` Ji ber ku min got `Kurd û Kurdistan` ez tême darizandin.

Ez nêzîkî 20 salan e siyasetê dikim. Axavtinên min ên derbarê Kurd û Kurdistanê de, kirine mijara tawanan.

Ez derbarê Somayê de jî axivîm, çima doz nehat vekirin? Ji ber ku di nav axavtina min de Kurd nîne.”

Demîrtaş derbarê gotinên li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku wekî tawan hatine qebûlkirin got:

“Eger dozger pirsa `gelo Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e yan na? dike, bila ji Parlamentoyê re nivîsekê binîvîse daku şarezayek bê diyarkirin. Ez ne ew kes im ku Abdullah Ocalan wekî rêberê Kurd ragihandiye.

Eger ev dibe mijara tawan, ew ji bo dewletê tramva ye. Hemû gotin di çarçoveya azadiya raderbirînê de ne, ev ne cihê nîqaşê ye. Yê ku di nav xwe de nakok e, Dewleta Komara Tirkiyeyê ye.

Kesên dixwazin dikarin ji aliyê siyasî ve rexneyan li Ocalan bigrin. Siyaset tiştekî wiha ye. Ev fezleke jî astengkirina nêrînê ye. Mixatabê me desthilata siyasî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst