Îraq hinartina petrolê ya bi rêya Herêma Kurdistanê rojane 90 hezar bermîl zêde dike

06-04-2026
RÛDAW
Nîşan Îraq Kerkûk Petrola Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar hate dayîn ku ji 6ê Nîsana 2026an ve, rojane 90 hezar bermîl petrol ji bîrên Îraqê bînin stasyona K1 a Kerkûkê.

Bi vî rengî, rêjeya petrola ku Îraq bi rêya boriya Herêma Kurdistanê dişîne bazarên cîhanî, dê rojane bigihe 340 hezar bermîlî.

Kompanyaya Petrola Bakur ragihand ku wan di 5ê Nîsanê de li Stasyona K1 xebatên zêdekirina pompên petrolê temam kirine.

Bi vî rengî, dê petrola ji parzûngehên naverast û başûrê Îraqê bi petrola Kerkûkê re were tevlihevkirin û ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê were şandin.

Stasyona K1 tê nûkirin

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Kompanyaya Petrola Bakur bi dest xistine, berê ji ber kevinbûna pompan, Stasyona K1 ne dikarî bi asteke bilind petrolê bide.

Niha bi guherandina pompan, kapasîteya stasyonê zêde bûye. Ev stasyon dikare nêzîkî 3 milyon bermîl petrol ambar bike.

Niha petrola parzûngehên Bay Hesen, Xebaz, Cembûr û Kerkûkê li wir tê komkirin.

Berpirsekî Kompanyaya Petrola Bakur ji Rûdawê re got, "Ev pêngav ji bo wê yekê ye ku hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Kurdistanê zêdetir bibe.

Niha rojane 250 hezar bermîl diçe lê em dê 90 hezar bermîlên din lê zêde bikin."

Bandora girtina Tengava Hurmizê

Wezareta Petrolê ya Îraqê piştî ku hinartina petrolê ya ji benderên Besreyê (ji ber metirsiyên şer û girtina Tengava Hurmizê) sekinî, berê xwe da boriyên Herêma Kurdistanê.

Hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Kurdistanê 18ê Adarê ducare dest pê kiribû.

Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Petrola Bakur Amir Xelîl diyar kir ku ev çaksazî dê kapasîteya pompkirinê ya K1ê ji 45 hezar bermîlî derxe 90 hezarî.

Îraq hewceyî 3,5 milyon bermîlî ye

Îraq ji bo dabînkirina xerciyên xwe, rojane hewceyî hinartina 3,5 milyon bermîl petrolî ye.

Niha Îraq ji xeynî rêya Tirkiyeyê, bi rêya tankeran petrola xwe dişîne Sûriyeyê jî. Tê texmînkirin ku ji bo barkirina wan 90 hezar bermîlên nû, rojane 400 heta 450 tanker berê xwe bidin Stasyona K1 ya Kerkûkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst