Dolar erzan bû, berê zêr li bihabûnê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Bazar Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber daketina dolar û geşbîniya bi bidawîhatina şerê li Rojhilata Navîn, zêdebûna xwe ya çend rojên borî domand.

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, onsa zêr bi rêjeya ji sedî 0,3yan biha bû û bi 4 hezar û 701 dolaran hat kirîn û firotin.

Doh, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 3yan zêde bûbû û heta 4 hezar û 710 dolaran bilind bûbû.

Bandora pêşniyarên li ser Tengava Hurmizê

Îran mijûlî nîqaşkirina pêşniyarên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer e.

Ev pêşniyar vekirina Tengava Hurmizê û rawestandina bernameya etomş ya ji bo çend salan li xwe digire.

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê Marexê Edward Meir li ser vê mijarê got, "Bi dîtina min hemû bazaran li hemberî pêşniyara Amerîkayê bertekeke ji hedê xwe zêde nîşan daye û hîn tiştek nehatiye zelalkirin."

Pêşbîniyên pisporan

Li gorî gotina Edward, tê pêşbînîkirin ku bihayê zêr di nav bazneyeke sînordar de, di navbera 4 hezar û 600 dolar û 5 hezar û 100 dolaram de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst