Stokên Amerîkayê yê petrolê kêm bûn

1 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Stok Petrola Xav Kêmbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stokên petrola xav ên bazirganiyê yên Amerîkayê hefteya borî li gorî hefteya berê bi qasî 2 milyon û 300 hezar varîlan kêm bûn.

Birêvebiriya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) eşkere kir ku stokên petrola xav ên bazirganiyê yên li Amerîkayê hefteya borî bi qasî 2 milyon û 300 hezar varîlî kêm bûne û daketine 457 milyon û 200 hezar varîlî.

Pêşbîniya bazarê ew bû ku stok bi qasî 3 milyon û 400 hezar varîlî kêm bibin.

Stokên petrola xav ên stratejîk jî 5 milyon û 200 hezar varîlî kêm bûn û daketin 392 milyon û 700 hezar varîlî.

Di vê heyamê de stokên benzînê yên Amerîkayê jî bi qasî 2 milyon û 500 hezar varîlî kêm bûn û wekî 219 milyon û 800 hezar varîlî hatin tomarkirin.

Hilberîna petrolê kêm bû

Hilberîna petrola xav a rojane ya Amerîkayê di hefteya 25ê Nîsanê û 1ê Gulanê de 13 hezar varîlan kêm bû û daket 13 milyon û 573 hezar varîlan.

Li hêla din, kirîna ji derve ya petrola xav a Amerîkayê hefteya borî li gorî hefteya berê rojane 273 hezar varîl kêm bû û bû 5 milyon û 477 hezar varîl.

Hinardekirina petrola xav jî rojane milyon û 688 hezar varîlan kêm bû û bû 4 milyon û 750 hezar varîl.

Li gorî "Rapora Dîtina Enerjiyê ya Heyama Kurt a Nîsana 2026an" a EIAyê, tê çaverêkirin ku hilberîna petrola xav a rojane ya Amerîkayê îsal bi navînî bibe 13 milyon û 510 hezar varîl.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst