Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber girtina Tengava Hurmizê û şerê Îranê, bihayê petrola brent bi ser 110 dolaran ket.
Ev yek piştî wê hat ku hilberînerên sereke yên Rojhilata Navîn asta hilberîna xwe kêm kir.
Sedema vê yekê jî ew e ku ji ber şerê Îranê, Tengava Hurmizê ya stratejîk hîn jî girtî maye.
WTI û brent gihîştin çend dolaran?
Bihayê petrola Teksasê ya navîn (WTI) ji sedî 19,37 zêde bû.
Ango bi qasî 17 dolar û 31 sentan biha bû û gihîşt 108 dolar û 77 sentan.
Bihayê petrola xav a brent jî ku pîvaneke navneteweyî ye, ji sedî 17,08 zêde bû.
Ango ew jî bi qasî 16 dolar û yek sentî biha bû û gihîşt 109 dolar û 31 sentan.
Petrola brent serê vê sibehê jî zêdetir biha bû û gihişt asta 116 dolaran.
Ji hefteya borî ve bihayê petrolê ji sedî 35 zêde bûye.
Ev wekî zêdebûna herî mezin a 43 salên dawî tê dîtin.
Cara dawî piştî ku Rûsyayê sala 2022yan êrişî Ukraynayê kiribû, bihayê petrolê 100 dolar derbas kiribû.
Welatên Kendavê hilberînê kêm dikin
Kuweyta ku di nav Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) de 5emîn hilberînera herî mezin e, roja şemiyê biryareke nû da.
Kuweytê ragihand ku wan asta hilberîna petrolê kêm kiriye.
Hinceta Kuweytê "gefên Îranê yên li ser derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re" bûn.
Îraqa ku 2yemîn hilberînera herî mezin a OPECê ye jî hilberîna xwe kêm kiriye.
Sê berpirsên sektora petrolê roja yekşemê ji Ajansa Reutersê re axivîn.
Li gorî agahiyên wan, hilberîna her sê parzûngehên sereke yên li başûrê Îraqê ji sedî 70 daketiye.
Hilberîna rojane ketiye milyonek û 300 hezar bermîlan.
Beriya şerê Îranê, li wan parzûngehan rojane 4 milyon û 300 hezar bermîl petrol dihat hilberandin.
Her wiha Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ku 3yemîn hilberînera herî mezin a OPECê ye jî daxuyaniyek da.
Îmaratê roja şemiyê ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên depokirinê, ew di parzûngehên deryayî de bi baldarî petrolê hildiberînin.
Welatên Ereban ên Kendavê hilberîna xwe ya petrolê kêm dikin,çimkî êdî cihê wan ê depokirinê nemaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse