Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr 68 dolaran daket û ons bi 5090 dolarî hat kirîn û firotin.
Îro berê sibehê bihayê zêr daketibû 5036 dolaran jî.
Erzanbûn heye lê dîsa jî bihayê zêr di ser 5000 dolaran re ye çimkî beşek ji veberhêneran hîn jî zêr wekî cihekî ewle ji bo parastina sermayeya xwe dibînin.
Giranbûna dolar û petrolê
Daketina bihayê zêr piştî wê yekê hat ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser tesîsên petrolê yên Îranê, bihayê dolar û petrolê bi awayekî berbiçav zêde bû.
Ev yek bûye sedema tirsa zêdebûna enflasyonê.
Zêdebûna enflasyonê, bankên navendî yên cîhanê û bi taybetî Banka Navendî ya Amerîkayê teşwîq dike ku rêjeya faîzê zêde bikin an jî di asta niha de bihêlin û kêm nekin.
Hefteya borî jî bihayê zêr zêdetirî 100 dolarî daketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse