Bexda ji bo derman û xurekan berê xwe dide Îbrahîm Xelîlê

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bexda Îbrahîm Xelîl Derman Xurek Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Gumrika Îraqê biryar da ku ji bo 3 mehan rê bê dayîn xurek û derman di Deriyê Îbrahîm Xelîlê yê Herêma Kurdistanê re werin hawirdekirin.

Lê belê divê rêkarên radestkirina gumrikê pêşwext bin û paşê dan û standinên darayî werin paqijkirin.

Li gorî gotina birêvebirê şîrketeke veguhastinê, ev pêngava Bexdayê ji bo rizgariya ji bandorên girtina Tengava Hurmizê ye.

Biryar ji bo 3 mehan e

Birêvebirê Giştî yê Desteya Giştî ya Gumrika Îraqê Samer Qasim Dawud, îro (9ê Adara 2026an) ji Rûdawê re axivî.

Samer Qasim Dawud ragihand ku desteya wan biryar daye derman û xurekên ku di Deriyê Îbrahîm Xelîlê re tên hawirdekirin dê li gorî sîstema gumrika pêşwext bin.

Samer Qasim diyar kir ku dê ev biryar heta 31ê Gulanê di pratîkê de be.

Wî da zanîn ku ev rêkar dê mîna hemû deriyên din ên sînorî yên Îraqê were bicihanîn.

Birêvebirê Desteya Giştî ya Gumrikê destnîşan kir ku ev biryar di çarçoveya rêkxistina pêvajoya hawirdekirinê û bihêzkirina şiyana rêkarên gumrikê de ye.

Li gorî biryarê, gumrik û emaneta darayî ya bacê beriya hewalekirina dolaran a ji bo hawirdekirina kel û pelan tê radestkirin.

Vî pereyî dê bixin hesabê bankê yê Desteya Giştî ya Gumrikê û Desteya Giştî ya Bacê.

Sîstema ASYCUDAyê

Hikûmeta federal a Îraqê 25ê Çiriya Paşîn a 2025an li deriyên sînorî dest bi sepandina rêkarên gumrika pêşwext kir.

Li gorî vê sîstemê, divê bazirgan gumrik û baca kel û pelên xwe yên hawirdekiri pêşwext radest bikin.

Her wiha divê bazirgan bi rêya Sîstema ASYCUDAyê kodekê wergirin da ku destûr ji wan re were dayîn kel û pelên xwe di deriyên sînorî re derbas bikin.

Samer Qasim Dawud ragihand ku li gorî vê biryarê, dê rêkarên taybet ên paqijkirina bazirganiyê paşê werin kirin.

Ev yek dê piştî amadekirina belgeyên taybet ên bar û kar û barên gumrikê yên li Deriyê Îbrahîm Xelîlê pêk were.

Ev pêvajo dê li gorî heman wê rêkara ji bo hewaleyên derve be ku niha ji aliyê Desteya Giştî ya Gumrikê û Banka Navendî ve tê bicihanîn.

Ev rêkar ji bo hêsankirina anîn û veguhastina kel û pelên bingehîn e lê bi awayekî ku li gel pêdiviyên aborî û bazirganî yên welêt bigunce.

Rêkara gumrika pêşwext kiriye ku hinek bazirganên Herêma Kurdistanê berê xwe nedin dolarên Banka Navendî.

Sedema vê yekê giraniya rêkaran û bikaranîna Sîstema ASYCUDAyê ye ku heta niha li Herêma Kurdistanê pê nayê karkirin.

Bandora girtina Tengava Hurmizê

Birêvebirê Şîrketa Ark Starê ya Veguhastina Navneteweyî Hamî Herkî ji Rûdawê re got:

"Ev rêkar ji bo rêgirtina li bandora neyînî ya girtina Tengava Hurmizê ye."

Hamî Herkî diyar kir ku berê xurek û derman di benderên Îraqê re dihatin hawirdekirin û wî anî zimên:

"Berê bazirganên Îraqî di sîstema ASYCUDAyê de û bi gumrika pêşwext xurek û derman di Deriyê Îbrahîm Xelîlê re hawirde nedikirin."

Tengava Hurmizê bi destpêkirina şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Komara Îslamî ya Îranê re (28ê Sibata 2026an) hatiye girtin.

Tengava Hurmizê rêya sereke ya hinardekirina petrolê û hawirdekirina kel û pelan a ji bo Îraqê ye.

Birêvebirê Şîrketa Ark Starê destnîşan kir ku pirsgirêka vê biryarê ew e:

"Dema derman û xurek werin hawirdekirin, divê bazirgan hem li Herêma Kurdistanê hem jî li hikûmeta federal gumrikê bide."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst