Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku wan dest bi tedbîrên hinartina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kiriye.
Berdevkê wezaretê ji Rûdawê re got, li gorî peymaneke nû, dê rojane heta 600 hezar bermîlên petrolê werin şandin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Dr. Sahib Bezzûn ji Rûdawê re got:
"Hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê ya biçe bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê dike."
"Lijneyeke hevbeş tê avakirin"
Sahib Bezzûn diyar kir ku ji ber rewşa neasayî ya li herêmê, biryar hatiye dayîn ku lijneyeke hevbeş di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de were avakirin.
Tê gotin ku ew lijne dê ji bo şopandina karên teknîkî û lojîstîkî yên boriyan, cihên têkildar ziyaret bike.
"Kapasîteya boriyê dê bibe 600 hezar bermîl"
Li gorî gotina Dr. Sahib Bezzûn, berê rojane 230 hezar bermîlên petrolê dihatin jidepoyên Herêma Kurdistanê dihatin şandin.
Lê li gorî peymana nû, ew xet dê bi kapasîteya xwe ya herî bilind were çalakirin ku rojane digihîje 600 hezar bermîlan û îhtimala zêdekirina wê jî heye.
Berdevkê wezaretê derbarê dabînkirina sotemeniyê ya ji bo navxweya Herêma Kurdistanê jî got:
"Eger Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi berhemên petrolê yan gaza LPGyê hebe, em dê ji wan re bişînin û piştre li gorî peymanê heqdestên darayî dê werin hejmartin."
Planên din ên Bexdayê
Sahib Bezzûn eşkere kir ku planên wan hene petrolê hinardayî Sûriyeyê jî bikin û ew kar dikin ji bo çalakirina xeta boriyên Îraq-Siûdiyê ku ji salên 90î ve rawestiyaye.
Wî ragihand ku niha rojane 20 hezar tankêr petrolê ji Tirkiye, Sûriye, Urdin û Siûdiyê re vediguhêzin.
Ev pêngava Bexdayê di demekê de ye ku ji ber şerê li Îranê û girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, hinardekirina petrola başûrê Îraqê rawestiyaye û asta berhemanînê ji 4,3 milyon bermîlan daketiye 1,3 milyon bermîlan.
Bexda dixwaze bi rêya boriyên Kurdistanê, beşek ji ziyanên xwe yên darayî qerebû bike.
Şertên Hewlêrê
Bexdayê peyman ragihandiye lê rayedarekî pilebilind ê Hewlêrê ji ajansa Reutersê re gotiye ku bikaranîna boriyê bi şert e.
Wî rayedarî gotiye, "Heta ku Bexda bi lez pereyên pêwîst ên bi dolar ji bo dabînkirina hinardeyê nede Herêma Kurdistanê û garantiya ewlehiyê ji bo kompanyayên navneteweyî peyda neke, ti dilopên petrolê dê bi boriyê re derbas nebin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse