Bihayê petrolê daket binê 100 dolarî

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Petrol Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê roja înê daket binê 100 dolarî û tevî ku girtina Tengava Hurmizê didome jî, mezintirîn daketina heftane ya piştî sala 2022yan tomar kir.

Îran û Amerîka îro li ser rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmizê dest bi dan û standinan dikin.

Roja înê bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 72 sent daket û bermîlek bi 95 dolar û 20 sentî hat firotin. Bihayê petrola Brent di nava hefteyekê de bi rêjeya ji sedî 12,7 daket.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî dolar û 30 sent daket û bermîlek bi 96 dolar û 67 sentî hat firotin.

Bihayê petrola Teksasê jî di nava hefteya borî de bi rêjeya ji sedî 13,4 daketiye.

Daketina bihayê petrolê hevdem e li gel birêveçûna dan û standinên navbera Amerîka û Îranê yên ku bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê tên kirin.

Commerzbanka Almanyayê derbarê bihayê petrolê de got, “Domandina daketina bihayê petrolê bi vê yekê ve girêdayî ye ku gelo dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê dê encameke erênî bidin û çûn û hatina deryayî li Tengava Hurmizê dest pê bike yan na.”

Commerzbankê her wiha da zanîn ku heta niha çûn û hatina keştiyên petrolê li Tengava Hurmuzê asayî nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst