Bihayê onseke zêr nêzîkî 30 dolarî daket

6 demjimêr berê
Nîşan Zêr Amerîka Îran Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna ducare ya petrolê îro bû sedem ku bihayê zêr dakeve.

Rawestîna dan û standinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bûye sedem ku enflasyon di demeke nêzîk de kêm nebe.

Ji ber vê yekê faîza bankê dê demeke dirêjtir di asteke bilind de bimîne û vê yekê zerer da bihayê zêr.

Bihayê zêr li bazarên Asyayê

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr nêzîkî 30 dolarî daket û niha ons bi 4 hezar û 685 dolaran tê firotin.

Her wiha bihabûna dolar a li beramberî pereyên din jî zerer da bihayê zêr.

“Hêvî kêm bûne”

Tim Watererê analîstê li şirketa şêwirmeniyê ya KCM Tradeyê li ser vê mijarê ragihand:

"Hêviyên ji bo gihiştina peymaneke di navbera Îran û Amerîkayê de kêm bûne. Bihayê zêr jî ji ber bihabûna petrolê zerer dît."

Dilgiraniya Banka Navendî ya Amerîkayê

Li gorî raporeke Banka Navendî ya Amerîkayê ya ku salê du caran li ser rewşa aboriya Amerîkayê tê weşandin, bihabûna petrolê li ser aramiya darayî ya li cîhanê dilgiraniyeke micid çêkiriye.

Pêşbîniyên ji bo paşerojê

Li gorî Waterer, eger rewşa niha ya agirbesta bê peyman bidome, bihayê zêr dê bi îhtimaleke mezin di navbera 4 hezar û 400 û 4 hezar û 800 dolarî de biguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst