Aloziya Amerîka û Îranê petrol biha kir

6 demjimêr berê
Nîşan Petrol Hurmiz Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro di roja ewil a dan û standinên vê hefteyê de zêdetirî 4 dolaran bilind bû.

Ev bilindbûna bihayê petrolê piştî wê yekê hat ku Amerîka û Îranê li ser pêşniyarên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer li hev nekir.

Bihayê petrolê li bazaran

Bihayê bermîleke petrola brentê a Deryaya Bakur îro piştî vebûna bazarên Asyayê nêzîkî 4 dolaran bilind bû û bermîl bi 105 dolar û 48 sentî hat firotin.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî zêdetirî 5 dolaran bilind bû û bermîla wê bi 99 dolar û 71 sentan hat firotin.

Aloziya li Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî bersiva Îranê ya ji bo bidawîkirina şer red kir.

Ji ber vê yekê jî asoya vekirina Tengava Hurmizê ya li ber keştiyên petrolê tarî bûye û ev yek bûye sedema bilindbûna bihayên petrolê.

Çav li hevdîtina Trump û Şi ne

Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê roja çarşemê here Çînê, niha çavên bazirganan li wê civînê ne.

Pisporê aboriyê Tony Sycamore li ser vê mijarê ragihand:

"Hêviyek heye ku Amerîka karibe Çînê han bide (teşwîq bike) da ku ji bo çareserkirina girtina Tengava Hurmizê zextê li Îranê bike."

Daxuyaniya Aramkoyê

Birêvebirê Bicihhêner ê Şirketa Aramkoyê Emîn Nasir li ser bazara petrolê got:

"Cîhanê di nava du mehên borî de nêzîkî milyarek bermîl petrol ji dest daye û ji bo ku bazara petrolê ber bi aramiyê ve biçe dem pêwîst e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst