Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 8an zêde bû û ducare gihîşt 100 dolarî.
Ev zêdebûn piştî wê yekê tê ku bazirgan bawer dikin ew 400 milyon bermîlên ku welatên endamên koma G7ê biryar daye pêşkêşî bazarê bikin, ji bo aramiya bazarê ne bes in.
Bihayê petrola brentê a Deryaya Bakur îro bi rêjeya ji sedî 8,8 zêde bû û bermîlek bi 100 dolar û 8 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê ber bi 95 dolarî ve firiya.
Pêngava dîrokî ya IEAyê
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ragihand ku 32 endamên ajansê dê 400 milyon bermîl petrol ji embarên xwe yên stratejîk derxin bazarê.
Ev wekî pêşkêşkirina herî mezin a petrola ji embarên stratejîk a piştî sala 1973yan tê dîtin.
“Bazar di nav şok û bêbaweriyê de ye”
Paul Molchanovê şîrovekarê ji şirketa şêwirmendiyê ya Raymond Jamesê li ser rewşê got:
"Bazara petrolê di rewşeke tirs, şok û bêbaweriyê de ye."
Paul Molchanov destnîşan kir ku biryara IEAyê nîşan dide bê ma li bazarê kêmasiya petrolê çi qasî zêde ye û got:
"Ne pêkan e ew petrola ku niha nikare di Tengava Hurmizê re derbas bibe, bi hêsanî were qerebûkirin (tezmînkirin)."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse