Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna petrolê û dolarê Amerîkî, bihayê zêr daxist.
Bihayê onseke zêr piştî vebûna bazarên Asyayê bi rêjeya ji sedî 0,5 daket û ons bi 5 hezar û 155 dolaran hat kirîn û firotin.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî ji bo teslîmkirina di meha pêşiya me de, bi rêjeya ji sedî 0,4 daket û bi derdora 5 hezar û 156 dolaran e.
Bihabûna petrolê û dilgiraniyên li ser enflasyonê, bihayê dolarê Amerîkî îro bi rêjeya ji sedî 0,3 bilind kir û ev yek bû sedema daketina bihayê zêr.
Sedem: Bihabûna dolar û faîza bankê
Nicholas Frappellê şîrovekarê ji kompanyaya şêwirmendiyê ya ABC Refineryê ser vê mijarê got:
"Bihabûna dolar û kêmbûna îhtimala daxistina faîza bankê, zerer gihand bihayê zêr."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse