Onsa zêr bi 4 hezar û 720 dolarî ye

2 demjimêr berê
Nîşan Zêr Ons Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr îro bi bilindbûneke berbiçav dest pê kir û gihişt asta 4 hezar û 770 dolarî.

Lê belê piştî çend saetan karên xwe ji dest dan û niha bi derdora 4 hezar û 720 dolarî tê firotin.

Bandora nakokiyên Îran û Amerîkayê

Nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê de bihayê petrolê di asteke bilind de hiştiye. Ev yek jî rê nade ku rêjeya enflasyonê dakeve.

Ilya Spivakê ji şirketa şêwirmendiyê ya Tasty Liveyê li ser vê mijarê got:

"Arasteya polîtîkayên diravî yên piraniya bankên navendî ber bi tundkirinê ve ye."

Li gorî dîtina Ilya Spivak, hemû egerên kêmkirina faîza bankê ya di nava vê salê de ji holê rabûne.

Amarên enflasyonê yên Amerîkayê

Tê çaverêkirin ku îro amarên enflasyonê û bihayên xerckirinê yên li Amerîkayê werin eşkerekirin.

Dibe ku ev amar nîşan bidin bê ma şerê Îranê çawa bihayên li Amerîkayê bilind kirin.

Bilindbûna enflasyonê ji ber ku bandoreke tund li polîtîkayên Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) dike, zererê dide bihayê zêr.

Banka Amerîkayê (Bank of America) û Goldman Sachsê jî ew pêşbîniyên xwe guhertin ku berê li ser kêmkirina faîzê ya di nava vê salê de kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst