Dolarek bi 184 hezar û 800 tumenî ye

2 demjimêr berê
Nîşan Dolar Tumen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê dolarê Amerîkayê yê li beramberî tumenê Îranê îro jî mîna doh bilind bû.

Bihayê dolar doh 3 hezar û 700 tumenî bilind bûbû, îro jî 2 hezar tumenên din bilind bû.

Niha dolarek bi 184 hezar û 800 tumenî tê firotin.

Di nava 24 saetên dawî de bihayê herî bilind ê dolar 184 hezar û 800 tumen û bihayê herî kêm jî 179 hezar û 100 tumen bû.

Di nava hefteyekê de bihayê dolar li beramberî tumen bi rêjeya ji sedî 1,9 bilind bûye.

Her wiha di nava şeş mehan de ev rêje gihiştiye ji sedî 65an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst