Hêviyên dan û standinên Amerîka û Îranê zêr biha kir

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina bihayê petrolê û hêviyên ji bo berdewamiya dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de, îro bihayê zêr zêde kir.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê onseke zêr bi qasî ji sedî 0,6an zêde bû.

Bi vî awayî onsa zêr bi 4 hezar û 768 dolaran tê kirîn û firotin. 

Bihayê zêr ê di girêbestên paşerojê de yên ji bo radestkirina meha hezîranê ya îsal bi heman awayî zêde bû.

Ev zêr niha bi 4 hezar û 790 dolaran tê kirîn û firotin.

Gotinên JD Vance bandor kir

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance pêşniyarî Îranê kir ku mercên Amerîkayê qebûl bike û dan û standinan bidomîne.

Ev yek bû sedem ku bihayê petrolê dakeve bin 100 dolarî.

Piştre qîmetê dolarê Amerîkayê daket û di dawiyê de vê yekê bihayê zêr bilind kir.

"Hîn jî îhtîmala peymanê heye"

Analîstê Şîrketa Şêwirmendiyê ya Tasty Live Ilya Spivak li ser mijarê daxuyanî da.

Ilya Spivak got, "Daxuyaniyên Vance bazar gihandiye wê baweriyê ku hîn îhtîmala peymaneke di navbera Îran û Amerîkayê de heye."

Qîmetê dolarê Amerîkayê yê ku bi rêya endeksa dolar tê pîvandin, îro daket asta xwe ya herî nizm a meha borî.

Vê daketinê piştgiriyeke zêdetir da bihayê zêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst