Bi hinartina petrolê re mafê Kerkûkê yê petrodolarê zêde dibe

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hinartina Petrolê Herêma Kurdistanê Petrodolar Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdebûna hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê, mafê parêzgehê yê petrodolarê zêde dike.

Ev zêdebûn nêzîkî 10 milyon dolaran ji parêzgehê re misoger dike ku di yasaya budceya giştî de hatiye diyarkirin.

Li gorî amarên Şîrketa Kirîn û Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) yên Adarê, hinartina petrola Kerkûkê zêde bûye.

Petrola ku bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê tê hinartin ji 2,7 milyon bermîlî zêdetir bûye.

Mafê petrodolarê

Endamê Komîteya Darayiyê ya Parlamentoya Îraqê Rêbwar Kerîm ji Rûdawê re ragihand:

"Li gorî yasaya budceya giştî ya Îraqê, mafê Kerkûkê û parêzgehên din ên hilberînerên petrolê heye.

Mafê wan e ku li beramberî hinartina petrolê petrodolarê wergirin.

Lê eger heye ku hikûmet ji ber rewşa darayî ya niha ya Îraqê nekaribe wî pereyî xerc bike."

Li gorî madeya pêncan a yasaya budceya giştî ya Îraqê, ji sedî 5ê dahata petrol û gazê ji bo wan parêzgehan tê xerckirin.

Ev pere ji bo parêzgehên ku petrol yan gazê hildiberînin, difiroşin an jî li navxwe bi kar tînin tê veqetandin û li gorî bihayê budceya giştî tê hesabkirin.

Para Kerkûkê

Di yasaya budceya giştî de bihayê bermîlek petrol 70 dolar hatiye hesabkirin.

Lê bihayê petrola Îraqê ya ku meha Adarê hatiye firotin ji 105 dolarî zêdetir e.

Li gorî bihayê yasaya budceyê, budceya petrodolarê ya wê qebareya petrola Kerkûkê ku meha Adarê hatiye hinartin, ji 9,7 milyon dolarî zêdetir e.

Parlamenterê Parlamentoya Îraqê yê Kerkûkê Mazin Xerîb ji Rûdawê re got:

"Em dê ji bo xerciyên wê budceya petrodolarê lêkolîn û şopandinê bikin."

Yasaya budceyê ew qad jî diyar kirine ku budceya petrodolarê lê tê xerckirin.

Ew qad jî xizmetguzarî, tedawîkirina nexweşiyan û dabînkirina karebayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst