TUIK: Li Tirkiyê berhemanîna şîr %9,3 kêm bûye

14-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand, di 4 mehên destpêka îsal de li gor heman dema sala bihorî berhemanîna şîr li wî welatî %9,3 û rêjeya şîrê çêlekan jî %3.1 kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên berhemanîna şîr ên meha Nîsana 2022ê eşkere kir û diyar kir, di meha Nîsanê de jî kêmbûna berhemanîna şîr berdewam bûye û di Nîsanê de rêjeya kêmbûna berhemanîna şîr %6,6 e.

TUIK dibêje, herwiha di 4 mehên destpêka îsal de li gor heman dema sala borî berhemanîna şîr %9.3 kêm bûye û bi giştî 498 hezar û 441 ton e.

Li gor amaran di Adarê de ku berhemanîna şîr 125 hezar û 84 ton bû di Nîsanê de bi rêjeya %2.6 kêm bûye û daketiya 121 hezar û 843 tonan. Di Adarê de jî li gor meha Sibatê berhemanîna şîr %14 daketibû.

Li gor heman meha sala bihorî li kargehên şîr ên bazirganiyê berhemanîna dew %40.9, nivîşk %29.8 û mast jî %9.2 zêde bûye lê berhemanîna penîrê çêlekan %4.6 û şîrê çêlekan yê hatiye komkirin jî %3.4 kêm bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst