Îraq: Em amade ne hinartina petrolê bi Herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Petrol Herêma Kurdistanê Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê amadehiya xwe nîşan dide ku hevdem bi destpêkirina hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re, li ser wan mercên ku Herêma Kurdistanê ji bo hinartinê danîne gotûbêjê bike.

Her wiha dibêje, ew amade ne 300 hezar bermîl petrol bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê hinarde bikin.

Hinartina petrolê hat rawestandin

Piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê, Herêma Kurdistanê hinartina petrola xwe ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê rawestand.

Herêma Kurdistanê ji wan kiryar û siyasetên ku hikûmeta Îraqê li hemberî Herêma Kurdistanê dimeşîne dilgiran e.

Hikûmeta Îraqê par meaşên du mehan ên Herêma Kurdistanê neşandin û meaşê meha sibata îsal jî bi sê beşan şandiye.

Her wiha ev demek e ku qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ve tên armancgirtin.

Ji ber vê yekê piraniya şirketên petrolê karên xwe rawestandine.

Pergala ASYCUDAyê û nedayîna dolaran

Pirsgirêkeke din a di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de pergala ASYCUDAyê ya di warê bazirganiyê de ye.

Herêma Kurdistanê vê pergalê red dike.

Ev pirsgirêk li gel nedayîna dolaran a bi bihayê fermî ji bazirganên Herêma Kurdistanê re berdewam dike.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Herêma Kurdistanê dixwaze ku hinartina petrolê dest pê bke û dibêje, "Paşê em dê mercên wan binirxînin."

"Em amade ne 300 hezar bermîl petrol hinarde bikin"

Wezareta Petrolê ya Îraqê îro daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku ji destpêka şer ve ew bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re di nav pêwendiyê de ne.

Wan amadehiya xwe nîşan daye ku 300 hezar bermîl petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ve hinarde bikin.

Li gorî wezaretê, ew 300 hezar bermîl ji wê qebareya petrola ku li qadên Herêma Kurdistanê tê hilberîn cuda ye.

Beriya şer, rojane herî kêm 200 hezar bermîl dihatin hinartin.

Wezareta Petrolê destnîşan kir ku şiyana boriya petrolê di rojekê de nêzîkî 900 hezar bermîlan e.

Mercên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî

Wezareta Petrolê ya Îraqê her wiha amaje bi wê yekê kiriye ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di dema niha de destpêkirina hinartinê red kiriye.

Wezaretê çendîn merc danîne ku ti pêwendiya wan bi mijara hinartina petrola xav re nîne.

Wezareta Petrolê ya Îraqê got:

"Ji aliyê xwe ve me eşkere kir ku dibe paşê û hevdem bi destpêkirina hinartina petrolê re li ser wan mercan gotûbêj bê kirin.

Çimkî derengketina hinartinê, Îraqê ji beşek ji dahatên darayî bêpar dihêle ku wekî qerebûya rawestandina hinartina ya li deriyên başûr tên hejmartin."

Wezareta Petrolê ya Îraqê careke din daxwaza hinardekirina "bilez" a petrolê dike.

Wezaretê diyar kir, "Ji bo berjewendiya bilind a niştimanî û li gorî destûr û yasaya budceyê em dixwazin petrol bê hinartin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst