Şer dibe pizotekî geş û petrol difire

4 demjimêr berê
Nîşan Petrol Şer Hurmiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro jî asta xwe ya bilind parast.

Bermîlek petrola brent bi zêdetirî 104 dolaran tê firotin.

Her wiha bermîlek petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi 99 dolar û 27 sentan tê firotin.

Şerê Îranê û bihabûna petrolê

Piştî destpêkirina şerê Îranê, ji destpêka vê mehê heta niha bihayê petrola brent a Deryaya Bakur û petrola Teksasê ji sedî 40 bilind bûye.

Êrişên Îsraîl û Amerîkayê bûn sedem ku Îran bixwaze Tengava Hurmizê bigire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ragihand ku wî ji welatên din xwestiye di parastina tengavê de alîkariyê bidin.

Donald Trump her wiha diyar kir ku ew bi Îranê re di nav pêwendiyê de ne.

Lê belê wî gumanên xwe anîn zimên ku Îran ji bo dan û standinên cidî amade be.

Îsraîlê plana 3 hefteyan amade kiriye

Amerîkayê saziyên leşkerî yên li Girava Xarkê ya Îranê kirin hedef.

Îranê jî wekî bersiv bendera Fuceyreyê ya Îmaratê bombebaran kir.

Li hêla din, Îsraîlê ragihand ku wan plana şer a 3 hefteyên pêşiya me amade kiriye.

Li gorî vê yekê eger heye ku şerê Îranê dirêj biajo.

Ev yek jî nîşan dide ku îhtimaleke mezin heye qutbûna vizeyê ya bi rêya Tengava Hurmizê bidome.

Vê rewşê jî zext xistiye ser bihayê petrolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst