Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa BPyê ji parzûngehên petrolê yên Kerkûkê vekişiya.
Şirketa Petrola Bakur (Northern Oil Company) jî biryar da ku ew dê bi tevahî dest dayne ser kar û barên 4 parzûngehên petrolê yên Kerkûkê.
Ev biryar piştî vekişîna Şirketa BPyê ya ji wan parzûngehan hat dayîn û dê salekê bidome.
Biryara Northern Oil Companyê bi nivîseke birêvebirê şirketê ya 7ê Adara 2026an hat ragihandin.
Li gorî biryarê, Northern Oil Company dê salekê hemû kar û barên li parzûngehên petrolê yên Kerkûkê bi tevahî wergire.
Divê were gotin ku pêdiviyên girîng ên karkirinê û erkên hevbeş ên ji bo hilberînê jî di nav vê biryarê de ne.
Çavkaniyeke berpirs a ji Northern Oil Companyê ya ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re axivî.
Wê çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku ev biryar heman roja vekişîna karmendên Şirketa BPyê hatiye dayîn.
Li gorî nivîsê, derxistina wê biryarê ji bo wê yekê ye ku vekişîna BPyê bandoreke neyînî li ser wan parzûngehan neke ku ji aliyê wê şirketê ve dihatin birêvebirin.
Biryar 4 parzûngehan li xwe digire
Çavkaniya Rûdawê eşkere kir ku biryar her 4 parzûngehên Bay Hesen, Xebaz, Cembûr û Kerkûkê li xwe digire.
Hinek ji wan erkên ku dê li şûna BPyê ji aliyê Şirketa Petrola Bakur ve bên encamdan, çakkirin û pişkinîna borî û qufleyên petrolê yên li wan parzûngehan in.
Vekişîna wê şirketa Brîtanyayê ya ji parzûngehên Kerkûkê ji ber rewşa şer a li herêmê ye.
Ew şerê ku 28ê Sibatê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de dest pê kiriye bandor li Îraqê jî kiriye.
Dema peymanê 16 sal bû
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî 1ê Tebaxa 2024an serperiştiya merasîma îmzekirina peymaneke lihevtêgihiştinê ya giştgir a di navbera Wezareta Petrolê û Şirketa BPyê de kiribû.
Ev peyman ji bo bipêşxistina parzûngehên hilberîna petrol û gaza Kerkûkê bû.
Her wiha merasîma çalakkirina peymanên di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û şirketa Brîtanyayî de jî 26ê Adara 2025an li Bexdayê hatibû kirin.
Li gorî peymanê, diviyabû Şirketa BPyê li parzûngehên Kerkûkê bixebite.
Beşeke peymanê ji bo hilberîna petrolê bû û ya din jî ji bo veberhênana gaza pê re ya wan parzûngehan bû.
Hêjayî gotinê ye ku dema vê peymanê 16 sal e.
Armanca peymanê ew bû ku asta hilberîna petrolê derkeve 500 hezar bermîlan û veberhênana gaza pê re ya parzûngehan rojane bi qasî 400 milyon metresêcayan zêde bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse