Berê petrolê li erzanbûnê ye

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Gaz û Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê bihayê petrolê ducare berê xwe daye erzanbûnê.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 44 sentan daket û bermîlek bi 94 dolar û 49 sentî hat firotin. 

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 70 sentan daket û bermîlek bi 90 dolar û 59 sentî tê firotin.

Îranê pêşniyar kiriye ku ji bo agirbest bidome, ew dikare rê bide keştiyan ku di aliyê Umanê yê Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Koşka Spî ji aliyê din ve geşbîniya xwe ji bo gihîştina bi rêkeftina li gel Îranê nîşan daye.

Her çend ragihandiye ku ew dê zextên aborî yên li ser wî welatî zêde bike.

Her çend girtina Tengava Hurmizê di kêmkirina dabînkirina petrolê ya li cîhanê de didome lê geşbîniyên ji bo dirêjkirina agirbestê û îhtimala rêkeftina navbera Îran û Amerîkayê bihayên petrolê daxistine.

Serbarî vê yekê, pisporê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya Fujitomi Securitiesê Toshitaka Tazawa got, "Veberhêner bi hişyarî dan û standinan dikin, çimkî rêkeftina navbera Îran û Amerîkayê hîn îhtimaleke lawaz e."

Ew şirovekar pê wê nêzîk e ku heta aştî cih pêk neyê û rêya deryayî ya Tengava Hurmizê bi temamî neyê vekirin, tê pêşbînîkirin ku bihayê petrolê di navbera 80 û 100 dolarî de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst