Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî li Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Newzad Edhem ragihand, îro yekşemê Bexda dest bi wergirtina genimê cotkarên Hewlêr û Silêmaniyê dike û got, ji bo îsa Bexda 340 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê werdigre.
Newzad Edhem ji Rûdawê re ragihand, wergirtina genimê cotkarên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve destpê kiriye.
Bi gotina Newzad Edhem, ji roja 9 Hezîranê ve dest bi wergirtina genimê sînorê Mexmûrê û ji 13 mehê ve jî dest bi wergirtina genimê Duhokê hatiye kirin û tekez kir, di 16 mehê de jî (îro), genimê cotkarên Hewlêr û Silêmanî tê wergirtin.
Edhem got, 100 hezar ton ji Hewlêrê, 112 hezar ton ji Duhokê, 80 hezar ton ji Silêmaniyê, 20 hezar ton ji Helebce û 28 hezar ton genim ji Germiyan têne wergirtin, ku hemû dike 340 hezar ton genim.
Derbarê dana pereyên genimê cotkaran de jî, Rêveberê Giştî li Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, li gor biryara encûmena wezîran a Iraqê, divê di dema kêmtir ji du heftiyan de, pereyê genimê cotkaran bê şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse