%60ê kargehên petrokîmya yên Îranê hatine girtin

16-09-2018
RÛDAW
Nîşan Kargeh Petrokîmya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî sektora petrokîmya ya Îranê ragihand ku ji sedî 60ê kargehên petrokîmya yên Îranê ji kar ketine.

 

Endamê Encûmena Niştimanî ya Plastîk û Polîmer a Îranê Muhsin Sefayî diyar kir, kargehên ku di berhemanînê de berdewam in, tenê bi rêjeya ji sedî 10 heta ji sedî 30ê şiyana xwe kar dikin.

 

Muhsin Sefayî eşkere kir ku mezintirîn pirsgirêka kargehên petrokîmya yên li Îranê, kêmbûna madeya bingehîn a wan kargehan e, ku sektora petrokîmya ya Îranê rûbirûyî sistiya demdirêj kiriye.

 

Sefayî ragihand ku ji ber birêvebirina xirab a pîşesaziya petrokîmya ya Îranê, asoyeke nezelal li benda wê sektorê ye.

 

Piştî sepandina cezayên aboriyê yên Amerîkayê bo ser Îranê, astengiyeke mezin ketiye ber hawirde û hinardekirina Îranê, ji ber ku piraniya kargehên Îranê nikarin madeyên bingehîn ên berhemên xwe hawirde bikin, tûşî pirsgirêkan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst