Amerîka û Îsraîlê li Îranê êrişî rafîneriyên gaza xwezayî kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Parsa Başûr Petrokîmya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku Amerîka û Îsraîlê bi dronan êrişî hinek rafîneriyên petrokîmyayê yên li Parsa Başûr kiriye.

Parsa Başûr li Kendava Basrayê ye û yek ji zeviyên herî mezin ên gaza xwezayî ya cîhanê ye.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê nûçeya xwe spart çavkaniyên Wezareta Petrolê ya Îranê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê ku dispêre çavkaniyên Wezareta Petrolê ya Îranê, zeviya gaza xwezayî ya Parsa Başûr bi dron hatiye hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku di êrişan de fazên 3yemîn û 6emîn ên li zeviyê hatine bombekirin.

“Rewş di bin kontrolê de ye”

Qaymeqamê Aseluyeyê Îskender Pasalar derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

Pasalar piştrast kir ku hinek herêmên li Parsa Başûr ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine armanckirin.

Pasalar da zanîn ku ji bo rêlibergirtina belavbûna agir, kar û xebatên li wan herêman hatine rawestandin û got:

“Rewş di bin kontrolê de ye. Tîmên agirvemirandinê yên Parsa Başûr û Herêma Aboriya Taybet a Parsê midaxeleyî agir dikin.

Navenda birêvebirina krîzê hat avakirin û hemû tedbîrên pêwîst tên standin.”

Rayedaran eşkere kir ku heta niha di êrişan de ti xisarên canî çênebûne.

Yek ji zeviyên herê mezin ên gaza xwezayî ya cîhanê ye

Zeviya Gaza Xwezayî ya Parsa Başûr a li Kendava Basrayê, di navbera Îran û Qeterê de tê parvekirin.

Ev zevî ji bo aboriya enerjiyê ya her du welatan jî xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst