Almanya (Rûdaw) – Aloziyên li Rojhilata Navîn gihîştin Almanyayê.
Sotemenî û xwarin biha bûn û ev rewş bûye sedema dilgiraniyeke mezin.
Aram Mistefa 18 sal in li Almanyayê bazirganê komfiroş e û dibêje wî di tevahiya jiyana xwe ya xebatê de ti carî bihabûneke wiha nedîtibûye.
Bazirganê Kurd Aram Mistefa got:
"Tişt gelekî biha bûne. Ez bawer im ji ber bihabûna sotemeniyê dê di 2 mehên bê de biha zêdetir biguherin.
Dema xelk bihayên nû dibînin şok dibin. Dahat wekî xwe ye lê firotin kêm bûye.
Wekî mînak, tenê bloka penîrê pîzzayê 7 euroyan biha bûye."
Almanya ji encamên şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê bêpar nema.
Şer rasterast bandor li aboriya xelkê kir.
Bihayê kartoneke masiya tûnayê piştî destpêkirina aloziyan 9 euroyan biha bûye.
Zexta li ser xwaringehan
Sektora geştyariyê û xwaringehan jî di bin zexteke mezin de ne.
Birêvebirê xwaringeheke li bajarê Bochumê diyar kir ku ew di navbera daxwaza karmendan a ji bo zêdekirina meaş û bihabûna kel û pelên xam de bêçare mane.
Arî Sebahê ku birêvebirê xwaringehê ye anî ziman:
"Du pirsgirêkên me yên sereke hene.
Ya yekem, karmend ji ber bihabûna jiyanê daxwaza pereyên zêdetir dikin.
Ya duyem jî kel û pelên ku em dikirin gelekî biha bûne.
Berê kîloyek steak 25 euro bû, niha gihîşt 35 euroyan.
Lê me hîn nekariye bihayê lîsteya xwarinên xwe bilind bikin."
Guhertina şêwaza jiyanê
Amar nîşan didin ku bihayê pêdiviyên sereke yên wekî nan, şîr û sewzeyan di navbera ji sedî 13 û 20an de zêde bûye.
Ji ber vê yekê gelek dayîk û bav xerciyên xwe kêm dikin.
Lara Muellera ku welatiyek e got:
"Belê, xwarin, benzîn û hemû kel û pel biha bûne.
Niha em zêdetir li ser kirîna kel û pelan difikirin.
Heta geşt û bêhnvedan jî bûne tiştekî zehmet.
Mesref gelekî zêde ne û em ji bo paşerojê dilgiran in."
Niha li Almanyayê rêjeya enflasyonê gihîşt ji sedî 2,7an.
Pisporên aboriyê hişyariyê didin ku eger aloziyên li Tengava Hurmizê bidomin, dê pêleke îflasê şirketên Almanyayê bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse