Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê li bazarên cîhanî bi rêjeya nêzîkî ji sedî 10 erzan bû, ev yek piştî wê hat ku Tehranê biryar da Tengava Humizê bi temamî li ber keştiyên bazirganiyê veke.
Daketina bihayê petrolê
Li gorî amarên bazara enerjiyê, bihayê bermîlek petrola xav a brentê ji bo girêbestên meha Hezîranê, bi rêjeya ji sedî 10,42 daket û gihîşt 89.03 dolaran, hevdem bihayê petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) ji bo girêbestên meha gulanê, bi rêjeya ji sedî 11,11 daket û her bermîlek bi 84.17 dolarî dan û standin pê re hat kirin.
Helwesta Tehranê û vekirina Tengava Hurmizê
Ev erzana bilez a bihayê petrolê piştî wê hat ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tengava Humizê bi temamî hatiye vekirin.
Eraqçî di nivîsekê de li ser tora civakî Xê got, "Hevdemî agirbesta li Libnanê, em derbasbûna hemû keştiyên bazirganiyê ya di Tengava Humizê re ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî vekirî radigihînin."
Tengava Humizê ku pêncyeka petrola cîhanê di wir re derbas dibe, ji 28ê Sibata 2026an ve ji ber şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê bi temamî rawestiyabû.
Ev yek jî bûbû sedema bilindbûna bihayê petrolê bo nêzîkî 120 dolarî lê ragihandina agirbestê û vekirina tengavê aramî ji bo bazaran saz kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse