Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur (North Oil Company) ji Rûdawê re ragihand ku hinardekirina petrolê ya ji xeta boriya Kurdistan-Ceyhanê dest pê kiriye.
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur Amir Xelîl ji Rûdawê re axivî.
Amir Xelîl ragihand ku hinardekirina petrolê îro demjimêr 06:30î dest pê kiriye.
Petrol ji Stasyona Sarlûyê diçe Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.
Rojane 250 hezar bermîl
Amir Xelîl derbarê qebareya petrolê de jî agahî dan û got ku “Rojane 250 hezar bermîl petrol tê hinardekirin."
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur her wiha bal kişand ser beşdariya rayedaran.
Amir Xelîl diyar kir ku pêvajoya hinardekirinê bi amadebûna nûnerê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dest pê kiriye.
#WÊNE - Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur (North Oil Company) Amir Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku şandina petrolê ya ji xeta boriya Kurdistan-Ceyhanê dest pê kiriye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 18, 2026
🟥 Amir Xelîl ragihand ku hinardekirina petrolê îro demjimêr 06:30î dest pê kiriye
🟥 Petrol ji Stasyona Sarlûyê… pic.twitter.com/6oTG457qqw
Ji wextê xwe zûtir dest pê kir
Amir Xelîl ragihand ku îro saet 06:30î hinartina petrolê ji îstasyona Sarlûyê ya Kerkûkê ber bi stasyona Pîşabûrê ve dest pê kiriye.
Ev petrol bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê digihe Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.
Biryar hatibû dayîn ku hinartin saet 10:00an dest pê bike lê Amir Xelîl sedema gava zû wiha rave kir:
"Ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê, me nexwest li stasyonê qerebalixiyeke zêde çêbibe. Lewma me hinartinê ji wextê wê zûtir da destpêkirin."
Armanc 300 hezar bermîl e
Li gorî gotina Amir Xelîl, saet 06:00an ceribandina dawî ya boriyê hatiye kirin û saet 06:30î jî petrol hatiye berdan.
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur bal kişand ser zêdekirina mêjerê û got ku di rojên bê de dê hinartin zêdetir bibe.
Tê çaverêkirin ku mêjer rojane bigihe nêzîkî 300 hezar bermîlan.
Hinartina petrolê bi amadebûna nûnerê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê dest pê kir.
Rewşa neasayî û biryara Mesrûr Barzanî
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest bi hinartinê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo liberçavgirtina vê rewşa neasayî ya ku welat rûbirûyî wê bûye, wezaretê bi hevahengiya bi Wezareta Petrolê ya Federal (Îraq) re îstasyona Sarlûyê xistiye xebatê.
Armanc ew e ku rojane 250 hezar bermîl petrol di ser boriyên Herêma Kurdistanê re werin şandin da ku bigihin Bendera Ceyhanê ya li ser peravên Deryaya Spî.
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Petrola Îraqê Heyan Ebdulxenî jî doh ji Rûdawê re ragihandibû ku wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo hinartina petrolê peymaneke nû mohr kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse