Berê petrolê li erzanbûnê ye

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Gaz û Petrol Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di dema agirbesta navbera Îsraîl û Libnanê de Tengava Humizê bi temamî hatiye vekirin bihayê petrolê erzanbûneke berbiçav bi xwe ve dît.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur ji bo radestkirina meha hezîrana îsal bi rêjeya ji sedî 9 daket û bermîlek bi 90 dolar û 38 sentî dan û standin pê re hat kirin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê ji bo radestkirina meha bê, bi rêjeya ji sedî 12 daket û bi 83 dolar û 85 sentî dan û standin pê re hat kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî doh înê di postekî de li ser tora civakî ya Xê ragihand, ew keştiyên ku bi niyet in di Tengava Humizê re derbas bibin divê li gel rayedarên deryavaniyê yên Îranê hevahengiyê bikin.

Geşbîniya bi vekirina Tengava Humizê û vegera petrola welatên Kendavê bo bazaran, bû sedema daketina berbiçav a bihayê petrolê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vekirina tengavê, "spas"iya Îranê kir.

Li gel vê yekê jî Amerîkayê dorpêça li ser benderên Îranê ranekiriye û dibêje, divê rêkeftina Amerîka û Îranê were îmzekirin û wê demê dê dorpêç were rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst