Vebûna Tengava Hurmizê zêr biha kir

4 demjimêr berê
Nîşan Îran Amerîka Tengava Hurmizê Zêr û Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr roja înê bilindbûneke berbiçav bi xwe ve dît û onseyeke wê heta nêzîkî 4,890 dolarî zêde bû lê berî ku bigihîje wê astê hinekî daket û bi 4854 dolarî hat girtin.

Daketina bihayê dolarê Amerîkî piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê yên li ser vekirina Tengava Hurmizê, sedema sereke ya bilindbûna bihayê zêr e di roja înê de.

Şirovekarê şirketa bazirganiyê Zaner Metals Peter Grant got, "Vekirina Tengava Hurmizê û daketina bihayên petrolê dibin sedem ku dilgiraniyên li ser ducare derketina enflasyonê kêm bibin. Vê yekê jî bihayê zêr bilind kiriye."

Ew şirovekar di wê baweriyê de ye ku di demeke kurt de îhtimala vegera bihayê zêr bo astên nêzîkî 5,000 dolarî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst